Amed - Ji ber mijê geştên esmanî hatin betalkirin

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Mij
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber mijê geştên esmanî hatin betalkirin.

Mija ku ji duh êvarê ve bi bandor e, vê sibehê bandora xwe zêdetir kir.

Li Amedê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket bû û tîmên trafîkê sofêr hişyar kirin.

Li aliyê din, geştên esmanî yên ku dihatin plankirin danê sibê di navbera Amed, Enqere û Stenbolê de bên kirin ji ber mijê hatin betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst