Îro Roja Alaya Kurdistanê ye

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Şemiyê 17ê Kanûna Pêşîna 2023yan Roja Alaya Kurdistanê ye.

Dîroknas dibêjin, alaya Kurdistanê, destpêkê li Bakurê Kurdistanê û piştre ji aliyê Partiya Hîwayê ve li Başûrê Kurdistanê sala 1930ê hate bikaranîn û endambûna di wê partiyê de jî, bi sondxwarina li ser alaya Kurdistanê, xencer û Quranê bû.

Pisporê dîrokê Azad Ubêd li ser roja alaya Kurdistanê got, “Berî ragihandina Komara Kurdistanê, 17.12.1945 bi amadebûna hejmarek xelk, alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê hate bilindkirin ku niha me jî ew roj kiriye Roja Alaya Kurdistanê.”

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo hildana alaya Kurdistanê li ser fermangehên Herêma Kurdistanê deng da.

Piştî 10 salan, 19ê Hezîrana 2009an Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Kanûna Pêşînê wek Roja Alaya Kurdistanê diyar kir.

Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin.

Salane bi merasîmên cuda, di wê rojê de, ala tê bilindkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser alaya Kurdistanê anîbû ziman, “Ala sembola berxwedan, xebat û têkoşîna neteweyekê ye ku bi salan e xebatê dike ji bo azadî, serxwebûn, wekhevî û ji bo ku mafên xwe bi dest bixe.”

Alaya Kurdistanê, cara yekem berî 74 salan 17ê Kanûna Pêşînê 1945an li ser Komara Kurdistanê û ji aliyê Serokkomarê yekem ê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li Mihabada paytext hat bilindkirin.

Ala Kurdistanê di salên 1927-30ê de di Serhildana Agiriyê de jî hatibû bilindkirin.

Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Hikûmeta Kurdistanê ‘Kurd di lîstika Yekîtiya Sovyetê de’, derbarê dîrok û roja bilindkirina alaya Kurdistanê aniye ziman:

“Di 26ê Sermaweza sala 1324 koçî ya rojî ku dike 16ê Kanûna Pêşîna 1945an, Kurdên parêzgeha Urmiyeyê bajarê Mihabadê ji bin desthilata hikûmeta wê demê ya Îranê derxistin, alaya Îranê anîn xwarê û alaya Kurdistanê li şûna wê bilind kirin.

Paşê jî li Nexede, Bokan û gelek cihên din alaya Kurdistanê hat bilindkirin. Deh rojan piştî wê, demjimêr 10ê sibehê di merasîmeke pir bi kêfxweşî de û bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed û nêzîkî 10 hezar kesan, alaya Kurdistanê bi awayekê fermî li bajarê Mihabadê hat bilindkirin.”

Temenê Komara Kurdistanê kurt bû lê parastina alaya Kurdistanê wek nirxekî neteweyî û hildana wê her tim li cem Kurdan û serkirdeyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek tiştekî pîroz ma.

“Ez dixwazim di bin siya alaya Kurdistaneke serbixwe de bimirim”

Serok Mesûd Barzanî jî li ser alaya Kurdistanê gotiye:

“Ez ji bo serxwebûna Kurdistanê û di Komara Kurdistanê de li Mihabadê û di bin siya alaya Kurdistanê de ji dayik bûm û dixwazim di bin siya alaya Kurdistaneke serbixwe de bimirim.”

Roja 6ê Çiriya Pêşîna 2017an tabûta Celal Talebanî ya ku bi alaya Kurdistanê hatibû pêçandin, bi balafireke taybet ji Almanyayê anîn Herêma Kurdistanê.

Berê jî li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê alaya Kurdistanê dihate bilindkirin lê Serokatiya Herêma Kurdistanê, sala 2006an bi awayekî fermî biryara bilindkirina alaya Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên fermî derxist.

Parlamentoya Kurdistanê jî sala 2009an biryar da ku êdî her sal roja 17ê Kanûna Pêşînê wek “Roja Alaya Kurdistanê” were pîrozkirin.

Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistana Mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.

Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê sor, navîn spî û jêr jî kesk heye. Roja nav alayê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.

Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û wekheviyê, rengê zer ronahî, tîrêjên rojê û hişyarî, rengê spî aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst