Serok Barzanî: Alaya me sembola berxwedana gelê me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi mebesta Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Ala me sembola berxwedan, aştî û xwebaweriya gelê me ye.”

Roja 17ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê medayay civakî ji bo Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî got, “Kurdistaniyên hêja, Roja Alaya Kurdistanê li we hemûyan pîroz be.

Alaya me sembola berxwedan, aştî û xwebaweriya gelê me ye.”