Wezîrê berê li ser mijara Şêx Seîd û qeyûman axivî

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Qeyûm Amed Ertugrul Gunay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay derbarê nîqaşên li ser navê Şêx Seîd got, “Qeyûmê desthiladariya ku ji aliyê MHPyê ve hatiye dorpêçkirin çawa karî vî navî lê bike, ez matmayî bûm.”

Pêşengeha pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Eylul Fuarcilikê tê lidarxistin, berdewam dike. 

Wezîrê berê yê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay jî beşdarî pêşangehê bû û li wê derê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci yên derbarê rojevê de bersivandin.

“Min ji bo Amedê gelek ked da”

Ertugrul Gunay diyar kir ku ew kêfxweş e ku Pêşengeha Pirtûkan a Amedê eleqeyeke mezin dibîne û got ku dema wezîr bû wî gelek caran Amed ziyaret kiriye.

Gunay got, “di dema wezîrtiyê de ez bi restorekirina Muzexaneya Arkeolojiyê û Mizgefta Mezin re mijûl bûm. Li Mizgefta Mezin vekirina navendeke destnivîsan fikir û pêşniyara min bû.

Me Pirtûkxaneya Wêjeya Ahmet Arif vekir. Me Navenda Çandê ya Cahit Sitkî Tarancî temam kir. Min gelek ked da Amedê. Ji bo wê ez serbilind im.”

“Em hemû fêrî Amedê bûn”

Gunay da zanîn ku piştî çend salan dema çû Amedê wî dît ku di warê avakirinê de gelek peşketinên nû çêbûne lê ew diixwaze bibîne ka di warê bermahiyên dîrokî de çi pêşketin çêbûne.

Derbarê nîqaşên tekîldarî navê Amedê jî Gunay got:

“Navê wê yê fermî Diyarbikir e lê jê re Amed jî tê gotin. Em hemû fêrî Amedê bûn. Ez bi wê yekê re me ku navên dîrokî winda nebin. Em navê wê yê fermî bi kar tînin lê raya giştî navê Amedê bi kar tîne.”

“Nîqaşên li ser navê Şêx Seîd di vê rewşê de watedar in”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hefteyek e rojeva siyasetê û civakê, Kolana Şêx Seîd e ku navê wê 29ê Çiriya Paşîna 2011an di serdema Serokê Şaredariyê Osman Baydemir de hatiye lêkirin.

Piştî ku Qeyûmê Amedê ragihand, Kolana Şêx Seîd berfireh dikin, nîqaş zêde bûn.

Ertugrul Gunay derbarê vê mijarê jî got:

“Em dîrokê bi reş û spî dixwînin. Pêdiviya me bi xwendinên objektîftir heye. Me heta niha nekariye vê yekê bikin.

Me ne di dîroka Osmanî de û ne jî di warê dîroka Komarê de ev yek têra xwe nekiriye. Qeyûmê desthiladariya ku ji aliyê MHPyê ve hatiye dorpêçkirin, çawa karî vî navî lê bike, ez matmayî bûm.

Bi dîtina min pêwîst e ji kesên ku ev nav lê kiriye niyeta wan were pirsin. Divê navên dîrokî bên zanîn û zindî bimînin lê min di vê rewşê de danana vî navî pir watedar dît.

Bi ya min divê hûn vê yekê ji kesên ku ev nav daniye bipirsin.

Hikûmet ji aliyekî ve kesên ku HDPyê silav dikin sûcdar dike ji aliyekî ve jî navê Şêx Seîd li bulwareke Amedê dike. Ev îroniyeke gelekî watedar e.

Bi min, vê ji wan bipirsin. We bi çi niyetê ev nav lê kiriye? We ew bi niyeteke paqij an bi qestî da ku gengeşiyeke siyasî derxin?

Nizanim ew diyaloga di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ye, yan silavek e ji bo bidestxistina dengan. Ev ne mijarek e ku mirov bi sivikî bersivê bide.”

Li ser pirsa “Şêx Seîd ji bo te tê çi wateyê?” jî Gunay got, “Kesekî dîrokî yê nîqaş li ser hene. Niha ne pêkan e ku mirov tiştekî pir zelal bibêje.”

“Ez li dijî qeyûman im”

Ertugrul Gunay, diyar kir ku bi salan e tîne ziman ku tayînkirina qeyûman li şaredariyan rast nabîne û wiha domand:

“Kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, heta ku bi rastî biryareke darazê ya objektîf nebe, divê ji ber sedemên siyasî ji kar neyên avêtin. Hêvîdar im piştî hilbijartinan jî berdewam neke.

Komarê 100 saliya xwe temam kir, demokrasî ev 75 sal in di rê de ye. Divê em rêzê li kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bigirin.

Ev biryarên bi armancên siyasî hatine dayîn. Bi dîtina min ev êdî ne li gorî Tirkiyeyê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst