Mîrê Kurdên Êzidî: Deng bidin wan kesên ku Şingalê biparêzin

17-12-2023
 Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg bangî Kurdî Êzidî kir ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Sibe li Îraq û hinek parêzgehên Başûrê Kurdistanê hilbijartinên encûmenên parêzgehan tên lidarxistin.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg bangî Kurdên Êzidî kir, “Dengê xwe bidin berbijêrên Êzidî û wan kesên ku mafên Êzidiyan biparêzin.”

“Deng bidin wan kesên ku Şingal, Şêxan û Kurdistanê biparêzin”

Mîr Hazim Tehsîn Beg bi rêya konferanseke rojnamegeriyê got:

“Ev hilbijartin ji bo me Êzidiyan gelekî girîng e. Ji sedî 80yê Kurdên Êzidî li ser Mûsilê ne.

Deng bidin berbijêrên xwe. Deng bidin wan kesên ku Şingal û Şêxanê biparêzin.

Mîrê Kurdên Êzidî da zanîn ku divê deng bidin kesên ku di hana Êzidiyan çûne û pê de çû:

“Di encûmenên parêzgehan de hejmara Kurdên Êzidî çiqasî zêde be ewqasî baş e çimkî wê demê dikarin mafên xwe zêdetir biparêzin. Ev neh sal in xelkê me li kampan dijî.”

Dengdana taybet

Doh li Îraq û hinek parêzgehên Başûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê û koçberên navxwe yên li kampan dijîn, ji bo "dengdana taybet" a hilbijartinên herêmî yên ku dê sibe bên lidarxistin, çûn ser sindoqan.

Ji milyonek û 2 hezar û 393 endamên hêzên ewlehiyê û herwiha 48 hezar koçberên navxwe yên li Herêma Kurdistanê re deriyê navendên dengdanê hatin vekirin.

Li Hewlêrê mafê dengdanê yê 5 hezar û 230 koçberên li kampan û 15 hezar û 492 endamên hêzên ewlehiyê yên li derveyî kampan hebû.

Rêveberê Ofîsa Teknîkî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Botan Şêrko ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 2 hezar koçber û 13 hezar karmendên asayişê deng daye.

Hejmara Kurdên Êzidî kêm bûye

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin an revandin.

Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, beriya vê êrişa DAIŞê, li Îraqê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.

Li gorî amarên heman saziyê niha li kampên Herêma Kurdistanê 135 hezar û 860 Kurdên Êzidî dijîn.

Herî kêm 120 hezar Kurdên Êzidî jî koçî derveyî welêt kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst