Medyaya Tirkiyeyê: Ronî Welat di êrişa MÎTê de canê xwe ji dest daye

17-12-2023
Nîşan Ronî Welat HSD Fermandar MÎT Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Ronî Welat li Dêrezorê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 6ê vê mehê ragihandibû, Şêrwan Hesenê bi nasnavê Ronî Welat “Di encama êrişeke terorîstî ya tirsonek de li rojhilatê Dêrezorê dema li ser erka xwe ya neteweyî û exlaqî bû, şehîd ket.”

Li êniyên pêş bi DAIŞê re şer kiriye

HSDyê di daxuyaniyê de diyar kiribû Ronî Welat li êniyên pêş bi DAIŞê re şer kiriye û ragihandibû:

“Ronî yek ji fermandarên destpêkê bû ku beşdarî avakirina Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Rola girîng a ku şehîd Ronî li Dêrezorê piştî DAIŞê pêk aniye, jinûveavakirin, damezrandina saziyên leşkerî û rêveberî û têkiliyên wî yên baş bi xelkê herêmê re hişt ku ji aliyên dijber ve bibe armanceke diyar.”

Medyaya Tirkiyeyê: Di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye

Li aliyê din, Medyaya Tirkiyeyê îro îdia kir ku Ronî Welat 5ê ve mehê li Dêrezorê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî Medyaya Tirkiyeyê, Ronî Welat di navbera salên 2011-2013an de li Tirkiyeyê li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hinek çalakî li dar xistine.

HSDyê dabû zanîn ku Ronî Welat sala 1979an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst