PWKyê li Mêrdîn û Amedê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê Mêrdîn Qoser Amed PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li bajarên Mêrdîn û Amedê yên Bakurê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir.

Roja 17ê Kanûna Pêşînê wekî Roja Alaya Kurdistanê hatiye destnîşankirin û ev roj her sal ji aliyê Kurdan ve bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê îro bi boneya Roja Alaya Kurdistanê, li Qada Azadiyê ya Qosera Mêrdînê û li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê alayên Kurdistanê diyariyî xelkê kirin.

Endamên Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê, li Qada Azadîyê ya Qoserê bi alayên Kurdistanê kom bûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar daxuyaniya partiya xwe ya  derbarê Roja Alaya Kurdistanê xwend.

Li gorî daxuyaniya PWKyê gelek ciwanên Kurd piştî çalakiyê çûn avahiya Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê û wan memnûniyeta xwe aniye zimên û ji wan alaya Kurdistanê xwestine.

Li pêşangeha pirtûkan alaya Kurdistanê

Li aliyê din Teşkîlata Amedê ya PWKyê jî bi heman mebestê li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê alayên Kurdistanê diyariyî xelkê û weşanxaneyan kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst