Li Amed û Rihayê qeza: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê di encama du qezayan de 11 kes birîndar bûn.

Li bajarê Rihayê, otobûsa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn û 5 kes birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan a ku A.E. diajot û barhilgira C.U. diajot li ber gîşeya otorêya Riha-Dîlokê li hev ketin.

Ji ber qezayê otobûs wergeriya.

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew veguhastin nexweşxaneyan.

Herwiha ji ber qezayê çûyîn û hatin bi kontrol dewam dike.

Li Amedê otomobîl û barhilgir li hev ketin

Li aliyê din li Amedê jî otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Barhilgira ku şofêrê wê M.D. û otomobîla ku H.T diajot li navçeya Rezanê li hev ketin.

Di wê bûyerê de jî 6 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xirap e.