Li Erziromê qeza: Zarokekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otobuseke veguhestinê û otomobîlekê li hev dan û zarokekî 5 salî canê xwe ji dest da.

Li çarrêya Ilicayê ya Erzeromê şeva borî otobûsa veguhestina rêwiyan a şofêrê wê Ş.Y. û otomobîla şofêrê wê O.N.Ç. li hev qelibîn.

Di bûyerê de Huseyin Ç. yê 5 salî, H.Ç. yê 5 salî û H.A. yê 13 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Her sê zarokên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ji bo nexweşxaneyên cuda yên Erzeromê hatin veguhestin.

Lê belê tevî hemû midaxeleyan Huseyin Ç. yê 5 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Derbarê şofêrê otobusê de lêpirsîn hat destpêkirin.