Galeriya wêneyan

17-12-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022an Roja Alaya Kurdistanê ye, ji bo pîrozbahiyê li ser Keleha Hewlêrê alayeke mezin a 63 metreyan dirêj û 13 metreyan pahn li ser Keleha Hewlêrê hat bilindkirin. 120 Pêşmergeyên Zêrevanî bi cil û bergên serbazî Alaya Kurdistanê birine ser Keleha Hewlêrê.

Di 19ê Hezîrana 2009an de, Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Berfanbarê weke Roja Alaya Kurdistanê diyar kir. Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ve hate pesendkirin. A niha salane bi rêûresmên cuda, di wê rojê de, ala tê bilindkirin.

Dîroknas dibêjin, Alaya Kurdistanê destpêkê li Bakurê Kurdistanê û piştre ji aliyê Partiya Hîwa ve li Başûrê Kurdistanê di sala 1930an de hate bikaranîn û endambûna di wê partiyê de jî, bi sondxwarina li ser alaya Kurdistanê, xencer û Qur’anê bû.