Cenazeyê Fermandarê Hêza Komando ji bo Kurdistanê hat vegerandin

17-12-2022
RÛDAW
Nîşan Akam Omer Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Fermandarê Hêza Komando ya Herêma Kurdistanê Akam Omer danê sibeha îro bi rêya Firokexaneya Silêmaniyê ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin û merasîmeke serbazî pêşwazî lê hat kirin.

Cenazeyê Fermandarê Hêza Komando ya Herêma Kurdistanê Akam Omer îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022an ji bajarê Hannover a Almanyayê gihîşt Firokexaneya Silêmaniyê û biryar e bi merasîmeke mezin li Goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê were veşartin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Horvan Rifat ragihand, bi amadebûna berpirsên partiyan û hikûmetê li Firokexaneya Silêmaniyê merasîmek ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Akam Omer tê lidarxistin û dê merasîmek jî li baregeha 70 ya Hêza Pêşmerge were lidarxistin.

Akam Omer li Hewlêrê ji dayîk bûye û biryare îro cenazeyê wî ji bo Hewlêrê were şandin û bi merasîmeke mezin li Goristana Şêx Ehmed were veşartin.

Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer di 19ê Cotmeha 2022an de li devera Zînane ya ser bi Germiyanê, di encama teqîna mayinekê de bi 7 Pêşmergeyên din re birîndar bû û piştî ku 10 rojan li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê ma ji bo dermankirinê bo Almanyayê hat şandin û di 12ê Berfanbara 2022an de li nexweşxaneyeke bajarê Hannover a Almanyayê şehîd bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin / Wêne: Arşîv / AFP

Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin

Amerîkayê karwaneke ji 25 barhilgirên çek û kelûpelên nû pêk dihat, bir baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Hesekê