Li Rojavayê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê hat pîrozkirin

17-12-2022
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê jî hejmareke çalakî bi minasebeta wê rojê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ve hatin sazkirin
Li Rojavayê Kurdistanê jî hejmareke çalakî bi minasebeta wê rojê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ve hatin sazkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê jî weke gelek cihên Kurdan Roja Alaya Kurdistanê hat pîrozkirin.

Îro Roja Ala Kurdistanê ye ku di roja 17ê Kanûna sala 1945ê de, Ala Kurdistanê li ser banê Komara Kurdistanê (Mehabad) hatibû bilindkirin, li bajarê Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur ev roj hat pîrozkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî hejmareke çalakî bi minasebeta wê rojê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ve hatin sazkirin.

Li Dirbêsiyê endam û alîgirên ENKSê li pêşiya ofîsa wê sekinîn û Ala Kurdistanê bilind kirin.

Li Girkê Legê, xelkê 10 xulekan li nava bazara bajêr rawestiyan û Ala Kurdistanê bilind kirin, Rêveberiya Xwecihî ya ENKSê li wî bajarî tîpeke folklorî û kesayetiyekî navçeyê xelat kirin. 

Herweiha Rêveberiya Xwecihî ya ENKSê li bajarê Dêrikê  çalakiyek li dar xist û bi dehan kes kom bûn û ala Kurdistanê bilind kirin.

Parlamentoya Kurdistanê ev roj weke roja Alaya Kurdistanê bi nav kir û di vê rojê de alaa Kurdistan di merasîmên cuda de tê bilindkirin.

Dîroknas dibêjin, ala Kurdistanê, destpêkê li Bakurê Kurdistanê û piştre ji aliyê Partiya Hîwa ve li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, di sala 1930 de hate bikaranîn.

Her wiha berî ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê roja 17-12-1945an bi amadebûna hejmareke zêde ji xelkê, ala Kurdistanê li bajarê Mihabadê hatiye hildan û ew roj ji aliyê Parlamena Kurdistanê ve weke roja alê hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst