Mustafa Ozeçelîk: Alaya Kurdistanê dê teqez li ser asîmanên Kurdistana azad libabibe

17-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik bi boneya Roja Alaya Kurdistanê peyamek belav kir û got: “Ti şika me jê tuneye ku Alaya Kurdistanê dê miheqeq li ser asîmanên Kurdistana azad libabibe.”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik îro Şemiyê 17ê Kanûna 2022an bi boneya Roja Alaya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Ozçelîk diyar kir ku ti gumana wan nîne ku Alaya Kurdistanê dê teqez “li ser asîmanên Kurdistana azad” libabibe û got: “Ji bo Alaya Kurdistanê li ser asîmanên her çar parçeyên Kurdistanê jî wek alaya azadî û  serfirazîyê libabibe,  bi milyonan Kurd û Kurdistanî şehîd bûne, xebitîne, têkoşane. Tu şika me jê tuneye ku ew xwîn û keda gelê me dê miheqeq bigihêje armanca xwe û Alaya Kurdistanê dê li ser asîmanên her çar parçeyên Kurdistanê jî, wek alaya azadî û  serfirazîyê libabibe.”

Serokê Giştî yê PAKê herwiha dibêje “Bi şîara 'Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê', ez Roja Alaya Kurdistanê li hemû gelên Kurdistanê pîroz dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst