Îstixbarata Tirkiyê welatiyekî Kurd li Racoyê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Îstixbarata Tirkiyê welatiyekî Kurd ji nehyeya Raco ya bi ser herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê girtiye.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê da zanîn ku Îstixbarata Tirkiyê welatiyekî Kurd ji nehyeya Raco girtiye.

Li gor rêxistina navborî, roja Çarşemê, 14ê vê mehê Îstixbarata Tirkiyê welatiyê Kurd ê bi navê Basil Sefer Koçer li nav bajarokê Raco girtiye.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê diyar kir ku welatiyê navborî, ligel xwîşka xwe, berî demekê ji navçeya Şehbayê vegeriyabû û wî daxwaza mala xwe ya ku dest danîbûn ser dikir.

Rêxistinê herwiha da zanîn ku ti tohmet arasteyî welatiyê Kurd nehatine kirin.