Erebên hawirde li Efrînê goristaneke Kurdên Êzdî jinav birin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirdekirî bi piştgiriya çekdarên ser bi Tirkiyê gorên goristaneke Kurdên Êzdî jinav birin.

Zanyariyên xwecihî ji Herêma Efrînê, diyar dikin ku di sêyemîn roja rojiya Êzdiyan û şeva Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzdî de, li herêma Efrînê, Erebên hawirdekirî bi piştgiriya çekdarên ser bi Tirkiyê, gorên goristana gundê Basûfanê jinav birin û kêl û dîwarên gelek goran têk dan.

Erebên hawirdekirî bi piştgiriya çekdaran dizanîbûn ku Kurdên Êzdî, di roja din de, wê serdana gorên miriyên xwe bikin, êdî bi vê kiryarê rabûn.

Ji sala 2018yan ve, Kurdên Êzdî li ser destê çekdaran û Erebên hawirdekirî gelek zehmetiyan dibînin û zilmeke mezin li wan dibe, bêyî ku ti aliyekî navdewletî rêgiriyê li ber wan binpêkariyan bike.