Li Colemêrgê li dibistanan betlane hat ragihandin

17-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber keşûhewaya xirab li dibistanan betlane hat ragihandin.

Reveberiya Keş û Hewayê ji bo parêzgehên Mûş, Colemêrg û Bedlîsê, hişyariya berf û baraneke zêde dabû.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, ku ji ber berfa zêde li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever û Şemzînanê perwerde hatiye betlanekirin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand: “Ji ber berfa zêde roja Îniyê 17 Kanûnê 2021ê li navenda bajêr û navçeyên Gever û Şemzînanê û gundên ser bi wan ve li hemû dibistanan perwerde bo nîv rojan hat rawestandin.”

Li gor daxuyaniya Reveberiya Keş û Hewayê li parêzgehê Mûş, Colemêrg û Bedlîsê tê texmînkirin ku dê berf û baraneke zêde bibare û li Colemêrgê pileya germê heta 2 pileyan dakeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst