Nêçîrvan Barzanî yek milyar dînar pêşkêşî ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê dike

17-12-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Lehiya Hewlêrê Riwange
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê yek milyar dînar wek alîkarî pêşkêşî ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê bike.

Ev alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê bo ziyandîtiyên lehiya îro ya Hewlêrê, dê bi rêya Dezgeha Rewange pêk were.

Dezgeha Rewange di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir, ku alîkarî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatine dabînkirin û bi rêya dezgeha wan dê bê dabeşkirin.

Herweha bi hemahengî li gel Parêzgeha Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ew alîkarî dê bên dabeşkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, alîkarî dê yek milyar dînarê Iraqî be ku kelûpelên pêwist ji bo ziyandîtiyan dê bên dabînkirin.

Bi rê wê beşa pere ev alîkarî dê bên pêşkêşkirin;

- Kelûpel û pêdiviyên navmalê

- Peydakirina xwarinê

- Alîkarîkiriya malbatên ziyandîtî di paqijkirin û rêkxistina xanî û avahiyan de

- Alîkarî ji sibe ve destpê dikin û heta asayîbûna rewşa malbatên ziyandîtî berdewam dibin

Li hejmareke tax û navçeyên Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmareke kes birîndar bûn û ziyaneneke mezin a maddî çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst