Li kampa penaberên Rojava bi sedan mal di bin lehiyê de man

17-12-2021
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kampa Quştepe Penaberên Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di encama barîna baraneke zêde de, li Hewlêrê lehî rabûn û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, û ziyaneke madî ya mazin gihişte çend taxên Hewlêrê. Di nava wan cihên ku li Hewlêrê zirar dîtin, Kampa Quştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ye.

Ked û xwêdana 12 salan a penaberê Rojavayê Kurdistanê di çend xulekan de hemû çû. Mihmed xelkê bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2009an ve li Herêma Kurdistanê dimîn. Her ji derengê şevê ve, xew neketetiye çavê wî, ji bo ku ziyan negehê mala wî. Lê bi gotina wî: tişta ku ew jê ditirsa rûda.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mihmed Elî  dibêje "Xelkê Quştepe gotin ku nabê kamp li vî cihî were avakirin, ji ber ku ev cih newal e, lê li ser guhê xwe re avêtin û em niha qelenê wê didin. Dema lehî drust bû, min tenê dixwest hevjîn û keça min rizgar bibin, spas bo xwedê ku bi mal e ne bi can e."

Mala danemirekî penaberê Rojavayê kurdistanê ya li kampa Quştepe ku di heman lehiyê de, dayik û bavê Sedûn li ber lehiyê ketibûn û birîndar bibûn.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Sedûn Cemîl got "Temenê bavê min nêzîkî 100 salî ye û deyîka min jî 70 salî ye û bi tenê dijîn. Dema lehî drust bû, em yekser bi hana wan ve hatin, lê ji ber ku temenê wan mezine birîndar bibûn û me yekser veguhestin ji bo nexweşxaneyê."

Di lehiyê de, cade ji avê tije bûbûn. Xelkê jî her ji derangê şev ve dest bi valakirina malên xwe kiribûn. Li gor amarên rêveberiya kampa Quştepe, ziyan gehiştiye 235 malan û ziyan tenê madî bûn.

Rêveberê Kampa Quştepe Ebdulqadir Şêx Mihemed diyar kir "Me hemahengî li gel UNHCR kiriye ku her maleke zerermend, em ê kelûpelên navmalê pêşkêşî wan bikin û em dixwazin bi riya Rudawê dengê xwe bighînin her rêxistineke mirovî ku alîkar be li gel me."

Kampa Quştepe 14 Km dûrî bajarê Hewlêrê ye û li gor keşnasiya Herêma Kurdistanê, li aliyê Quştepe nêzîkî 77 mm baran bariye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst