Parêzgarê Rihayê serdana Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kir

17-12-2021
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Parêzgarê Rihayê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rihaya Bakurê Kurdisatanê Abdullah Erin serdana bajarê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê kir ku di çarçoveya operasyona Kaniya Aşitiyê de Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê dest danîbûn serê.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hatiye belav kirin, parêzgarê Rihayê Abdullah Erin ligel Fermandarê Cendermeyan ê wê parêzgehê Metin Duz, serdana navçeya Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku ew navçe di çarçoveya operasyona Kaniya Aşitiyê de Tirkiyê û grûbên çekdar ên ser bi wê ve dest danîbûn ser.

Li gor ku Parêzgarî dibêje li navçeyê Abdullah Erin ligel welatiyan axiviye û guh daye pirsgirêkên welatiyan.

Hat ragihandin ku piştre parêzgarê Rihayê serdana Baregeha Artêşa Niştimanî ya Sûriyê kiriye.

Di 9ê Cotmeha 2019an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi navê operasyona Kaniya Aştiyê êrîşî herdû bajarên Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin, di encam de bi sedan kes hatin kuştin û zêdeyî 180 hezar akincî derbiderî bajarên Heseke, Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê bûn, niha li nav 111 navendên vehewandinên ên wan bajaran û 4 kampan di rewşeke gelekî xirab de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst