HSDê li ser şerê Pêşmerge û Gerîla daxuyaniyek da

17-12-2020
RÛDAW
Şervanên HSDê
Şervanên HSDê
Nîşan HSD YPG Pêşmerge PKK Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê aşkere kir ku şerekî biçûk di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Pêşmerge de rû da û tekez kir, wan êrîşî hêzên Pêşmerge nekirine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê aloziya di navbera Pêşmerge û PKKê de daxuyaniyek belav kir.

HSDê dibêje, wan êrîşî hêzên Pêşmerge nekirine û ew rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digirin.

HSDê eşkere kir, ji destpêka operasyonên li dijî DAIŞê de bi berdewamî li ser sînor hemahengî di navbera wan û pêşmergeyan de hebû û wê hemahengîyê gelek asankarî çêkirin.

HSD aşkere dike, grûpeke gerîla dema ku vedigeriya navendên xwe li ser rê ji aliyê Pêşmerge ve hate dorpêçkirin û di encamê de şerekî biçûk derket, wan gerîlayan di operasyonên li dijî DAIŞê de alîkariya HSD kiribûn.

Di wê daxuyaniyê de HSDê got, ji bo rawestandin şer, ew ligel wê grûpa gerîla ketin pêwendiyê ji bo ku vegere navendên xwe.

Herwiha HSDê tekez kir, ku hemahengiya di navbera herdu aliyan de li ser sînor teke gerentî ye ji bo tu pirsgirêkek dernekeve.

Herwiha her îro, YPG jî di daxuyaniyekê de aşkere kir wan li Sihêle êrîşî Pêşmergeyan nekirine û tiştê şeva Çarşemê çê bibû ne êrîş bû li ser ti xaleke Pêşmergeyan, tenê hemahengî di navbera wan û aliyên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê nehatibû kirin.

YPG diyar kir, ew bûyer di medyayê de hatiye mezinkirin û ew rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digirin û daxwaz kir hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û hemahengiyê bêne çareserkirin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn duh ragihand, grûpeke PKKê xwest bi awayekê ne yasayî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, lê rê li ber wan girtin û piştre hêzên YPGê êrîşî xaleke wan ya leşkerî kirin û çekên giran bikaranîn, ew jî neçar bûn bersivê bidin û nêzîkî 2 saetan şer berdewam kir.

Herweha şeva borî fermandarê Pêşmerge Eqîd Îdrîs Şeban ji Rûdawê re ragihand, ku li Sihêla nûnerên Pêşmerge û YPGê civiyan û di encamê de 6 Gerîlayên PKKê ku ketibûn destê Pêşmergeyan hatin azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst