Emine Şenyaşar û kurê xwe hatin desteserkirin

17-12-2020
RÛDAW
Nîşan Emîne Şenyaşar Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emine Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, duh ligel kurê xwe Ferît Şenyaşar ji ber pêkanîna çalakiya rûniştina li ber avahiya AK Partiyê ya li Rihayê hatin desteserkirin.

Emine Şenyaşar û kurê xwe, duh çûn ber deriyê avahiya AK Partiyê ya Rihayê û xwestin ligel Serokê AK Partiyê yê Rihayê hevdîtinê bikin, lê bi hinceta ku serok amade nebûye destûr nedan wan têkevin avahiyê.

Li ser vê yekê Emine Şenyaşar û kurê xwe li ber avahiya AK Partiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Piştî Emine Şenyaşar û kurê xwe çalakiya rûniştê dan destpêkirin, polîsan ew desteserkirin û  bo navenda ewlekariyê hatin şandin.

 Roja 14ê Hezîranê li navçeya Pirsûsê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê alozî di navbera alîgirên berbijêrekî AK Partiyê û çend dikadaran de çêbû û têde çek hate bikaranîn, di encamê de 3 kes ji malbata Şenyaşar û kesek jî ji malbata Yizldiz hatibûn hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bibûn.

Emîne Şenyaşar piştî bûyerê ew ji mala xwe derketibû û ji ber rewşa ewelehî ji navçeyê bar kiribû.

Di doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin de dozger, ji bo Fadil Şenyaşar ê girtî 150 sal û ji bo Enver Yildiz jî 12 sal cezayê girtîgehê xwestiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst