"Şerê di navbera Kurdan de karesat e"

Hewlêr (Rûdaw) - Berbanga 16 vê mehê, li vê navçeya sînorî li gundê Girasora Heso yê Rojavayê Kurdistanê, dengê şer ji milê Sihêla li Başûrê Kurdistanê hat bihîstin, wî dengî,  gundî derbarê rûdana kirîzekê de hişyar kir. Hemwelatî dibêjin, şerê di navbera Kurdan de karesat e.

Ezeldîn Xincer, welatî, dibêje, “Şerek di nav Kurdan de çê bibe, karesat e, gelek zehmet e, em van tiştan naxwazin, çavê me li xêrê ye, tev hevdû bigrin û bi hev re bin, alîkariya hev bikin , ji ber ku hemû alî dijminê me ne.”

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku erkê parastina navçeyê li stûyî xwe digre, red dike, wan êrîşî pêşmergeyan kiribin, lê welatî dibêjin çekên giran li vir hatibûn bicîkirin.

Ebdullah Mihemed Elî, welatî, diyar dike, “Demjimêr 4ê sibê bû, ez bi xwe hisiyam, min dît dengê çekan tê, çekên giran, reşaş bû, heta dora 6 jî berdewam kir, me li van deran jî çekên giran dîtin, çi milê Rojava be yan jî Başûr be, herdû Kurd in û em ne pê re ne şer bikin, eger şer jî çê bebe, ev gundan wê têkevin ber ziyanê de.”

HSDê di nûtirîn daxuyanî de dide zanîn,di dema vegera grûpek gerîlayên PKKê de ku beriya niha ji bo alîkariya wan di şerê dijî DAIŞê de li deverê bûn, alozî di navbera wan û pêşmergeyan de derket, HSDê ji bo rawestandina şer û aramkirina rewşê destwerdan kiriye û ew rêzê li serweriya axa Başûrê Kurdistanê digrin.

Di civînekê de, di navbera YPGê û pêşmegeyan de, dawî li aloziyan hat, Wezîrê Pêşmerge jî tekez dike ku bûyerên bi vî awayî nakevin xizmeta tu aliyekî Kurdî de.

Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge, dibêje, “Hêvîdar im hemû alî, dersê ji dîrokê werbigirin, û zanibe ev bûyer ne xizmeta wan û ne xizmeta rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û ne pêşerojê dike, divê em hemû bêhna xwe fireh bikin û hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.”

Ev jî di demekê de ye ku 2 deriyên sînorî di navbera herdû aliyan de hene, rêyên bazirganiyê, gihandina alîkariyan û heya bi hevpeymaniya navdewletî di wi re hatinûçûn dike.

Dirêjahiya sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ji 20 heya 25 km, sînorekî biçûk e li xwedî bandoreke mezin e ku take rêya derxistina bêhna Rojavayê Kurdistanê û xaleke stratejî ya girîng e di navbera du perçeyên Kurdistanê de.