Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê. Biryar e Lorenzo Guerini ligel berpris û rayedarên Herêma Kurdistanê bicive.
Îro êvarî Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini ligel şandekê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Lorenzo Guerini û şanda ligel ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmîl û Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ve hatin pêşwazîkirin.
Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê û şanda ligel çend hevdîtinan ligel berpris û rayedarên Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse