Balyozê Brîtanya yê li Iraqê: Min li Hewlêrê xweştirîn kebab xwar

17-12-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey piştî serdana xwe ya Hewlêrê spasiya kompaniya Iraqi Airways kir ku ew bi selametî vegerandiye Bexdayê. Stephen Hickey herwiha dibêje wî xweştirîn kebab li Hewlêrê xwariye.

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew kêfxweş bûye ku hevdîtin lige Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û got: “Me li ser mijara em çawa dikarin peywendiyên xwe yên bihêz ji bo aramiya Herêma Kurdistanê bikar bînin axivîn.”

Stephen Hickey herwiha dibêje ku wî heta niha xweştirîn kebab li Hewlêrê xwariye.

 

Konsulê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton jî li ser twittera xwe dibêje Kurd gelek mêvanperwer in û Stephen Hickey dê ji ber xwarînên tehmxweş ên têne pêşkeşkirin, weke wî qelew bibe.

 

Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey duh Duşemê (16.12.2019) serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî bû.

Di hevdîtinê de behsa metirsiyên bihêzbûna DAIŞê hatibû kirin û Nêçîrvan Barzanî  ji Brîtanya xwast, alîkariyên xwe ji bo rûbirûbûna terorê zêde bike.

Herwiha tekezî li wê yekê hatibû kirin ku hikûmeta nû ya Brîtanya baştir girînigiyê bide pêwendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwastibû ku hikûmeta nû ya Brîtanya bi ser wan kêşeyan de bi ser keve ku bi sedema proseya derketin ji Yekîtiya Ewropa derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst