Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja Ala Kurdistanê ye û bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li baregeha Civata Wezîran li Hewlêrê, merasima taybet bi Ala Kurdistanê tê lidarxistin. Li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî bi merasimên cor bi cor roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin.
Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û li cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.
Li Başûrê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, hemû bajar û bajarok bi ala rengîn tên xemilandin û li hemû bajaran çalakiyên cor bi cor tên lidarxistin.
Îro saet 08:30 li Zanîngeha Selahedînê bi helkevta roja Ala Kurdistanê, li tevahiya holên xwandinê bi beşdariya zêdetir ji 25 hezar xwandekaran, ji aliyê mamosteyên zanîngehê ve dersek taybet derbarê Ala Kurdistanê de tê gotin.
Her li Hewlêrê îro saet 12:00 merasima pîrozkirina roja Ala Kurdistanê li Kelha Hewlêrê birêve diçe.
Li Mîhwera Guwêr-Mexmûrê ya Hêza Pêşmerge jî saet 10:30 merasima nimayişkirina aleke 1000 metrî ya Kurdistanê birêve diçe.
Ala Kurdistanê, bi fermî roja 74 sal berî niha di 17ê Kanûna 1945 de li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li paytexta komarê bajarê Mihabadê hat bilindkirin.
Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê Rêberê Serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.
Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.
Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse