Qesra Îshaq Paşa di nav mij û dûmanê da ma

Navenda Nûçeyan - Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre di nav mij û dûmanê de dîmeneke xweşik derxist holê.


Piştî ku li herêmê baran barî Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di nav mij û dûmanê de ma.



 

Qesra ku di nav mijê de maye dîmeneke bêhempa derxist holê.


UNESCOyê di sala 2000an da Qesra Îshak Paşa li ser Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê zêde kiribû.




Qesra Îshaq Paşa li herêma dergûşa şaristaniyê ye di nav gelek berhemên dîrokî de di rêzên ewil de cih digre.