Sînemxan Bedirxan: Ala Kurdistanê sala 1927ê di civîna Xoybûn de hate pesendkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û kesayetiya navdar a Kurd Sînemxan Bedirxan ragihand ku Ala Kurdistanê di yekemîn civîna Xoybûn de sala 1927an li Lubnanê hatiye pesendkirin.
Nivîskar û kesayetiya navdar a Kurd Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re ragihand ku di sala 1920an de, Emîn Alî Bedirxan destpêşxeriyek kiriye bo dirustkirina ala Kurdistanê û bo cara yekemîn, ala niha ya Kurdistanê di yekemîn civîna Xoybûn de sala 1927an li Lubnanê hatiye pesendkirin.
Li gora gotina Sînemxan Bedirxan, bo cara yekemîn di serdema şoreşa Agirî de û ji aliyê Ihsan Nûrî Paşa ve, ala Kurdistanê hatiye bilindkirin.
Sînemxan Bedirxan wiha got: “Bapîrê min Emîn Alî Bedirxan di sala 1920an de wek fikir got ku lazim e ku me wek Kurdan al hebe. Al hêdî hêdî çêbû. Ala niha di di yekemîn civîna Xoybûn de sala 1927an li Lubnanê hatiye pesendkirin. Rehmtî Îhsan Nûrî Paşa ev al di şoreşa Agirîyê de bilind kir. Ji wê rojê ve ev ala me ye û divê em ala xwe biparêzin. Çimkî bê al em ne welat in.”