Leşkerên Îranê 2 kolberên Kurd kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Alana a bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqeya hêzên pasevanên sînor ên Îranê, 2 hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Îro danê sibê 17-12-2017, li gundê Beytûş ê navçeya Alan a Serdeştê, hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdane ser du kolberên Kurd ên bi navê Osman ehmedî û Mihemmed behramî.
Herdu kasibkarên kurd ji ber vê êrîşê canê xwe ji dest dan.
Havdem, hemwelatiyekê ji bajarê Serdeştê ji Rûdawê re ragihand, şeva derbasbûyî 16-12-2017, li nêzîkî gundê Kanîzerdê, ku dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê, leşkerên Îranê teqe li kolberan kiriye û ji ber vê yekê 2 kolber birîndar bûne.
Hikûmeta Îranê roja 14ê Cotmehê deriyên sînor ên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de girt. Ji wê demê heta niha 10 kolberen Kurd bi destê hêzên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha kolberek jî li bajarê Şinoyê, ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.
(N.S)