Mele Bextiyar: Serxwebûn mafê me ye

Duhok (Rûdaw) – Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar rexne li siyaseta dewletên zilhêz a li hember kurdan girt û got; “Tenê yek hêcet li pêşiya mafê çarenivîsa kurdan heye ew jî siyaseta berjewendîxwaz a dewletên sermayedar e.”

 

Di duwemîn roja konferansa “Serxwebûna Kurdistanê” ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê de Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar axaftinek kir û ragihand; “Digotin kurd nikare xwe birêve bibe, vaye em xwe birêve dibin, digotin kurd metirsîne li ser ewlekariya me, vaye diyar bû em ne metirsî ne. Eşkere bû ku em dikarin di warê siyasî, dîplomasî, aborî û ewlekariyê de pêwendiyên baş li gel we daynin. Niha Kurdistan berjewendiyên we jî diparêz e. Wate dema mijara serxwebûna Kurdistanê hate pêş, divê ti dudiliyeke me nebe.”

 

Mele Bextiyar diyar kir, ku mijara serxwebûna Kurdistanê ne mijara cihêbûnê ye û mijara diyarkirina çarenivîsê xwe ye û got; “Şovenîzma herêmê û bi taybetî jî şovenîzma erebî pirsek wiha xistine rojevê; gelo dê kurd ji Iraqê cihê bibin yan ne? Ev pirs bi xwe çewtkirin e û xelet e. Neteweyên Yekgirtî di salên 1970ê de selmadiye ku mafê gelan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin. Ji ber vê, mijara cudabûnê tohmetek e û dixin hişmendiya xelkê xizan, qaşo mafê kurdan nîne cihê bibin, biryara çarenivîsa xwe bidin û ne çar in girêdayî hikûmet û sîstema wan bin.”

 

Mele Bextiyar di berdewama axaftina xwe de got; “Ti gelek heye ku mafê çarenivîsa wî nebe. Ji bo çi mafê kurdan jî nebe? Em jî weke hemû gelan, serxwebûn û diyarkirina çarenivîsa xwe mafê me yê sirûştî ye.”

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê diyar kir, ku siyaseta dewletên mezin gelek ecêb e ku vê yekê disepînin û tawanên li hember kurdan hatine kirin jî nebûne ders û wiha berdewam kir;

 

“Pişta Osmaniyan digirtin lê paşî ji bo berjewendiyên xwe hilweşandin. Dema Osmanî hate ruxnadin, em bê beş hatine hiştin. Di Sykes Picot de herî zêde neteweya kurd zirar kir. Dewletên ereban nebûn lê çend dewlet bo wan çêkirin. Ji Tirkiyê re jî bi Lozanê dewletek çêkirin. Ti pêwendiya Îranê bi vê peymanê nebû. Piştî Sykes Picot jî dewletên sermeyedar dîsa heman xeletiya serdema Osmanî û Sefewiyan de pêk anîn. Projeya neteweperest ê tirk û ereb bi ser neket, cihê wan îslamî bi serketin û paşî selefî û cîhadî hatine ser wan ku ew jî bûne belayê serê rojava. Niha dewletên ku wan bixwe damezrandine, nikarin bixwe biguherin.”

 

Mele Bextiyar diyar kir, ku dem ji bo diyarkirina çarenivîsa kurdan ne hêcet e û tenê hêcetek dewletên sermayedar heye û ew jî sepandina siyaseta berjewendiyên aborî ye ku vê siyasetê jî şkest xwariye û got; “Projeyên we yên dîrokê têk çû û dibêjin li Rojhilatê Navîn jî demokrasî cîbicî nabe. Madem waye werin nexşeya herêmê biguherin bila kurd mafê xwe yê çarenivÎsê bikar bînin. Lê dibêjin niha ne wexte. Çima ne wext e? Dema we Kurdistan 4 perçe kir ma wext bû, dema we şerê sar kir, paşî Sovyet hilweşand wext bû? We dewletên biçûk li rojhilatê Ewropayê ava kir wext bû, niha çima ne wext e? Dewleta Qeredax bi qasê navçe û çiyayên Ranyayê ye. Ev dewlet niha di nava Neteweyên Yekbûyî de ye, bila ji wan re pîroz be.”