Sînan Çîftyurek: Tirkiye bajarên Kurdan feqîr dihêle

17-11-2024
RÛDAW
Sînan Çîftyurek \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Sînan Çîftyurek \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sînan Çîftyurek DEM Partî Partiya Komunîsta Kurdistanê Budceya 2025an
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamanterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ragihand ku Komara Tirkiyeyê bajarên Kurdan feqîr dihêle.

Sînan Çîftyurek li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, yasaya budceyê û tayînkirina qeyûman ji Rûdawê re axivî.

Çîftyurek pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Dildar Herkî bersivandin.

Siyasetmedar Çîftyurek behsa aloziyên Komîsyona Budceyê ya Parlementoya Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku li gorî amarên TUIKê, bajarên Bakurê Kurdistanê bajarên herî hejar in.

“Bajarên Kurdan beriya komarê dewlemend bûn”

Sînan Çîftyurek behsa polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Min di komîsyonê de nexşeyên hejariyê yên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) derxistin û ew nîşan dan.

Hem di nexşeya sala 2022yan de hem jî di nexşeya îsal de diyar e ku bajarên Kurdistanê hejar hiştine.

Ew nexşeya hejariyê wan çêkiriye ne ku me çêkiriye. Li gorî wê nexşeyê bajarên Kurdan hejar in û bajarên Anatolyayê yên Tirkiyeyê dewlemend in.

Me ji Wezîrê Aboriyê xwest ku ji bo wê cihêkariya di navbera bajarên Kurdan û bajarên Anatolyayê yên Tirkan de çareser bike.

Wezîr bi xwe jî xelkê Êliha Bakurê Kurdistanê ye û Kurd e.

Di bernameya Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê de tiştekî wisa nîne. Aliyek gelek feqîr e û aliyek jî gelekî dewlemend e.

Projeyên GAP û DAPê çêkirin lê dîsa jî bajarên herî feqîr ên GAP û DAPê ne.

Beriya 100 salî wisa nebû, bajarên Kurdan ne feqîr û ne hejar bûn. Piştî Komara Tirkiyeyê hat avakirin bajarên Kurdan jî feqîr hatine hiştin.

Enerjî û santral li bajarên Kurdan in lê bajarên Kurdan bê kahreba ne.

Enerjî li Amed, Riha, Mêrdîn û Xarpêtê tê hilberîn lê ev bajar bê elektrîk in.”

“Li hemberî me terora siyasî û civakî heye”

Sînan Çîftyurek eşkere kir ku di navbera wî û parlamenterên AK Partiyê de gengeşî derket û wiha got:

“Ji ber gotinên min a derbarê Kurdistanê di navbera min û Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê AK Partiyê û parlamenteran hinek partiyên din de nîqaş derket.

Wekîlê Serokê Parlamentoyê ji min re got, ‘peyva Kurdistanê qedexe ye’.

Min jî diyar kir ku navê partiya min Partiya Komunîst a Kurdistanê ye û werin em girsgirêka Kurdistanê çareser bikin.  

Rast e ez wekîlê DEM Partiyê me lê navê partiya min Partiya Komunîst a Kurdistanê ye û ev gotinên wê bê feyde ne.

Min ji wan re diyar kir ku zelal nîne bê ka hûn çi dikin. Hûn dixwazin pirsgirêka Kurdan çareser bikin kerem bikin werin em çareser bikin.

Heger hûn bixwazin nakokiyan di navbera aliyên de çêbikin hûn serkeftî nabin. Bi salan ev tişt hatiye kirin.

Nikarin destê xwe bidin pirsgirêka Kurdan, destê wan dişewite niha li dora pirsgirêka Kurdan diçin û tên.

Min got, ‘Ez bangî serokkomar dikim dev ji qeyûman berdin, ev tayînkirina qeyûman li dijî gel û mafê dengdaran e’.

Xelkê me vê dibînem, me 3 caran şaredar hilbijartin lê wan qeyûm tayîn kir li hemberî me terora siyasî û civakî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir