Ahmet Turk û Ahmet Davutoglu li Mêrdînê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li Mêrdînê civiyan.
4ê mehê li şûna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk qeyûm hat tayînkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna xwe ya bi Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re daxuyaniyek belav kir.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk anî ziman:
“Ez ji bo piştgirî û hêviyên wî yên xweş spasiya Serokê Partiya Paşerojê Birêz Ahmet Davutoglu dikim.
Armanca me ya sereke ew e, em jîngeheke ku gelê me bi mafên wekhev û demokratîk bijîn ava bikin.
Hemû pirsgirêk bi bipêşketina aştî, wekhevî û demokrasiyê bi dawî dibin.”
Partiya Paşerojê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
“Serokê me yê giştî Birêz Ahmet Davutoglu ku di çarçoveya civîna herêmê ya şêwirê ya partiya me de hatiye Mêrdînê, Birêz Ahmet Turk qebûl kir û li gel wî nerînên xwe bi hev guherîn.”
Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin kirin.
Beşek ji berpirs û nûnerên partiyên mixalefeta Tirkiyeyê wekî nerazîbûneke li dijî qeyûman û piştgiriya serokên şaredariyan diçin serdana wan parêzgehan.
Roja şemiyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ji bo piştgiriyê çûbû Mêrdînê û bi Ahmet Turk re civiyabû.
Gelecek Partisi Genel Paşkanı Sayın Ahmet Davutoglu'nun samimi dayanışma ve iyi dileklerinden dolayı teşekürlerimi sunuyorum. Temel amacımız halkımızın eşit ve demokratik haklarıyla yaşayacağı zemini oluşturmaktır. Tüm sorunlar barış, eşitlik ve demokrasinin gelişimiyle sonlanır pic.twitter.com/2AfenHFl29
— Ahmet Türk (@AhmetTurkDEM) November 17, 2024