Li Rihayê otomobîlek wergeriya: Bav û kurê wî yê 6 mehî mirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û bav û kurek mirin û dayîk jî bi giranî birîndar bû.

Li ser rêya parêzgeha Rihayê û navçeya wê Curnê Reş otomobîlek wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di qezayê de şofêrê otomobîlê Dermansaz Ceyhun Kafadenk û kurê wî yê 6 mehî mirine.

Dayîk Fatma Kafadenk jî bi giranî birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku ew ji parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê diçûne Ameda Bakurê Kurdistanê.

Tîman jina birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş.

Li gorî zanyariyan birînên wê xedar in û tenduristiya ne baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst