ÊLIH - Mitînga Azadiyê hat lidarxistin: ‘Tecrîd hebe ev pêvajo derew e’

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Miitînga Demokrasî û Azadiyê Êlih Qeyûm
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Bi pêşengtiya DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” hat lidarxistin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir û parlementera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata di mitîngê de axivîn.

Di axaftinan de qeyûm hatin şermezarkirin û ji bo çareseriya Doza Kurdan daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat kirin.

Her wiha tayînkirina qeyûmênan hatin protestokirin.

“Dibêjin bila Kurdbûna nebe û em bibin bira”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got:

“Yên ku qeyûm li şaredariyên me tayînkirine derbecî ne. Dibêjin em bi Kurdan re bira ne lê xetên sor dijimêrin.

Di nav van xetên sor de Kurd nînin, gel û bawerîyên cûda nînin. Di nav xetên wan ên sor de înkar û îmhaya sed salî heye û di ser de jî dibêjin em bira ne.

Dibêjin bila navê we tune be, Kurdbûna we tune be, bi Kurdî neaixivin, bi zimanê zikmakî perwerdeyê nexwazin û dibêjin werin em bibin bira.

Gelê Êlihê ez ji we dipirsim ma biratiya bi vî awayî dibe?”

“Tecrîd hebe ev pêvajo derew e”

Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir jî got:

“Dewlet û desthilata Tirkiyeyê li korîdorên Enqereyê niqaşan dikin.

Em dibêjin eger pêvajoyek hebe em dixwazin navê vê pêvajoyê ji rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîhîzin.

Lê di hevdîtina xwe ya dawî de rêberê gelê Kurd tiştek got.

Wî got ku tecrîd berdewam dike û ez bi hêza xwe ya teorî û pratîkê dikarim vê rewşê ji şer û pevçûnê derxim û bixim ser zemîna siyasî û hiqûqî.

Lê tecrîd berdewam dike. Em li vê qadê dibêjin eger tecrîd berdewam bike ev pêvajo derew e.”

Hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin, derketin ser dike slav da beşdarên mitîngê.

Parlementera DBPyê Salîha Aydenîzê jî got:

“Di hela siyasî, aborî û civakî de krîtzên piralî tên jiyandin.  Di rastiyê de berdewambûna qeyûman nemaye lê desthilatdar bi dijminatî berdewam dike.”

Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî jî got:

“Ji alîyek ve peyama aşîtî û çareserkirinê tê dayîn li alîyek din jî qeyûman tayîn dikin. Ev yek jî hêviya gel dişikîne.”

Mitînga ku gelek parlementer û nûnerên DEM û DBPyê û hevşaredar beşdar bûn di bin tedbîrên hêzên ewlehiyê de piştî axaftinan bi govend û dîlan û stranan bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst