Tunela navbera Colemêrg û Wanê hat vekirin: Rêya 40 xulekî dibe 6 xulek

17-11-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Tunela navbera Colemêrg û Wanê hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Tunela navbera Colemêrg û Wanê hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Wan Colemêrg Tunel
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) – Tunela navbera Wan û Colemêrgê ya ku 3 hezar û 150 metreyî dirêj e hat vekirin.

Rêya di navbera Wan û Colemergê yek ji wan rêyan e ku gelek  bûyerên trafîkê lê çêdibin û bi taybetî jî demsala zivistanê gelek caran tê girtin.

Ji bo başkirina rêya Wan û Colemergê tuneleke nû li Serê Xoşebê û herêma 32 çepan hat vekirin.

Bi saya wl tunelê rêya 40 xulekî dê dadikeve 6 xulekan.

Serê Xoşebê û herêma 32 çepan yek ji rêyên herî asteng bû di navbera Wan û Colemergê de.

Yekem xeta tunêlê bi beşdariya Wezîrê Ragihandin û Jêrxaneyan Abdulkadir Uraloglu û Parêzgarê Colemergê Alî Çelik hat vekirin..

Parêzgarê Colemergê Alî Çelîk got:

“Di dema çûna me ya ji bo Wanê bi taybetî jî li herêma 32 çepan gelek caran astengî li pêşiya me çê çêdibûn.

Wekî di merasimê de jî me behs kir êdî ev pirsgirêka me nema.”

Tunelêna ku hatiye çêkirin ji 3 kîlometre û 150 metreyî pêk tê.

“Tedbîreke baş e”

Xebatkarê Tunelê Hasan Tosun jî got:

“Tunêla me ji bo xelkê Wanê û Colemergê li ser xêrê be. Pêwîst e zûtir hatiba vekirin lê hinekî dereng ma.

Lê ji bo qeza û belayan tedbîreke baş e.”

Rêya 40 xulekî dibe 6 xulek

Piştî vekirina tunêla Serê Xobeşê rêya ku pêştir 40 xulekî bû dadikeve 6 xulekan û bi saya vê yekê jî 145,7 milyon lîre dê teserruf were kirin.

Xebatkarê Tunelê Sedredîn Elkê jî got:

“Ev tunel ji bo xelkê me gelekî baş bû, zivistanê gelek bûyerên trafîkê rû didan.

Hîn jî di navbera Elkê û Geverê de hinek rêya me maye û em dixwazin wê jî çêkin.

Rêya me yekxet e û gelek jî xirab in. Tunel ji bo me gelek baş in.”

Niha li ser rêya Wan û Colemergê tunêla Xezakiyan jî tê çêkirin û plan tê kirin ku serê biharê tunêla Xezekiyan jî bê vekirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir