Şoriş Îsmaîl: Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê amade ye

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl Xurmatû Kerkûk Êrişa DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl diyar kir ku ew baweriyê didin xelkê Kurdistanê ku  Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê amade ye.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin û 3 efser jî birîndar bûn.

Şoriş Îsmaîl serxweşî li malbatên Pêşmergeyên şehîd ketine kir û wiha got:

"Tevger û metirsiya grûba terorîstên DAIŞê û tarîperestan hîn jî bi taybetî li wan hermên ku valahiya ewlehiyê hene di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê de bi dawî nebûye.”

Navên wan Pêşmergeyên şehîd bûne wisa ne, Fermandar Saman Sabir Silêman, Fermandar Mihemed Reza Kerîm û efser Şerîf Ehmed Mihemedemîn

Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo têkbirin û parastina xak û xelkê Herêma Kurdistanê amade ye.

Li gorî gotina Şoriş Îsmaîl ji bo nehiştina DAIŞê dê operasyon û hevkariyên hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê berdewewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir