Li Semsûrê qeza: 3 mirî
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.
Li ser rêya Semsûr û navçeya Serê Golê îro du otomobîl li hev qelibîn û otomobîlek ji rê derket û li dara kêleke rê xist.
Di encama qezayê de Mustafa Yilmaz, Gazel Yilmaz û kesekî ku navê wî nehatiye zanîn canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê termê her sê kesên mirîn veguhastin morga nexweşxaneyê.