Li Stenbolê 1923 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, polîsan 5 rojan hezar û 923 kesên ku biryara wan a girtinê hebû, desteser kirin.
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li dijî kesên biryara wan a girtin û zîndanîkirinê hebû operasyon li dar xist.
Hêzên ewlehiyê di 5 rojan de hezar û 462 kesên biryara wan girtinê hebû û 461 kesên cezaya wan a girtîgehê hebû bi tevehî hezar û 923 kes desteser kirin.
Hêzên ewlehiyê hezar û 923 kesên ku hatin desteserkirin piştî karên îfade wergirtinê ji Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê veguhastin dadgehê.