Li Kerkûkê teqîn: Pêşmergeyên şehîd hene

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Teqîn Şehîd Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bombeyeke ku berê hatiye çandin bi Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de teqiya.

Çavkaniyekî ji hêzên Pêşmergeyan ji Rûdawê re ragihand:

“Îro danê sibehê saet 09:00an li herêma Xereyê ya Xurmatûyê ji ber teqîna bombeyeke çandî ya di nava Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de 2 fermandarên bi navê Saman û Mihemed tevî nobedarekî xwe şehîd ketin û 3 nobedar jî birîndar bûn.”

Wî çavkaniyî her wiha da zanîn:

“Bombe bi wesayîteke zirxî ya Pêşmergeyan de teqiyaye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye çandin.”

Wezareta Pêşmergeyan jî li ser teqînê daxuyaniyek da û got:

“Bombeyeke çandî bi karwanê otomobîlên Fermandariya Fewca 3yan a Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de teqiya.

Di teqînê de Fermandar Saman Sabir Silêman, Fermandar Mihemed Reza Kerîm û efser Şerîf Ehmed Mihemedemîn şehîd ketin.

Her wiha 3 leşker jî birîndar bûn.”

Wezaretê li ser awayê teqînê jî anî ziman:

“Di encama lêkolîna herêmeke berfireh a ewlehiyê de teqîn çêbûye.”

Wezareta Parastinê ya Îraqê ji bo otopsiyê cenazeyên Pêşmergeyên şehîd birine Bexdayê û dê heta 2-3 rojan vegerîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir