Rewşa Sohrab Rehmetî baş e: ‘Ez dest ji dozên xwe bernadim’

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Sohrab Rehmetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa parêzerê ji Rojhilatê Kurdistanê Sohrab Rehmetî yê ku li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hatibû baş e.

Parêzer û endamê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê li nexweşxaneyeke Hewlêrê hat emeliyatkirin.

Doh danê êvarê gule li parêzerê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Sohrab Esedulah Rehmetî yê ku ev 15 sal in li bajarê Hewlêrê dijî, hatin reşandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine lê heta niha berpirsê bûyerê nehatiye dîtin.

Bijîjkan diyar kir ku rewşa wî baş e lê di rojên pêş de careke din were emeliyatkirin.

Sohrab Esedulah Rehmetî endamê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê ye û di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ye.

“Li pişta êrişa terorî Îran heye”

Partiyê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got, “Li pişta vê êrişa terorî, dezgeha terorî ya Komara Îslamî ya Îranê heye.”

Partiyê herwiha ji dezgehên dadwerî û ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku lêkolînê li ser êrişê bikin û berpirsan ceza bikin.

Sohrab Rehmetî di heman demê de endamê Rêxistina Keleha Dim Dimê ye ku di warê alîkariyên mirovî de dixebite.

Serokê Rêxistina Keleha Dim Dimê Yunis Mînezade ji zarê parêzer Sohrab Rehmetî ragihand ku dest ji dozên xwe bernade û xwe ji bo du dozên ku di meha bê de tê dîtin amade dike.

Mînezade diyar kir ku yek ji wan rûniştinan jî li ser tohmetbarên sîxuriyê yên sala 2018an serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kiribûne armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst