Êrişa li Balafirgeha Herîrê: ‘Me ji bo Xezeyê kir’

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan “ji bo Xezeyê” êrişî Balafirgeha Herîrê kiriye.

Îro bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê ya li Hewlêrê hat kirin.

Dijî Terora Herêma Kurdistanê da zanîn ku balafirgeh “bi droneke bombebarkirî hatiye bombebarankirin.”

Dijî Terora Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku ev balafirgeh, dema şerê bi DAIŞê re ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû bikaranîn.

Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan ev êriş encam daye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê alîgirê Îranê ye û milîsên Şîe jî di navê de hene.

Grûpa navborî destnîşan kir ku wan “ji bo bersivdayîna êrişên li Xezeyê ev êriş kiriye.”