Hewlêr (Rûdaw) – Nesîmî Kalkanê ku ev 30 sal in girtî ye hat berdan.
Nesîmî Kalkan piştî ku ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan berê xwe da navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê.
Kalkan li gundê baziftê yê Cizîrê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, Dadgeha Ewlehiyê ya Dadê (DGM) sala 1992yan bi hinceta “xerabkirina yekparçeyî û yekîtiya dewletê” 30 sal cezayê girtîgehê li Kalkan birî.
Kalkanê ku 30 salî di gelek girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ma, di lîsteya girtiyên nexweş a Saziya Mafên Mirovan de bû.
Nesîmî Kalkan piştî 30 salî ji girtîgehê hat berdan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 19, 2023
📌 Xelk wî li Cizîrê pêşwazî dike
📌 Dîmenên nû yên pêşwazîkirina wîhttps://t.co/39OpfTGdN0
📹X pic.twitter.com/Me62S4T3lv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse