Hevjîna xwe ya ducanî kuştibû: ‘Li malê nivişt û nivîsên Erebî hebûn’

17-11-2023
Nîşan Riha Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê, Ahmet Uzun, hevjîna xwe Fîdda Uzuna ducanî bi çifteya nêçîrê kuştibû.

Ahmet Uzun di îfadeya xwe de got, “Sêhr li min hatibû kirin. Roja bûyerê, min hevjîna xwe wekî cinawirekê didît û bi fikara ku dê min bikuje, min gule lê reşandin.”

Bûyerê roja sêşemê li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzegaha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Ahmet Uzun (24), hevjîna xwe Fîddaya (24) ducanî bi çifteyê nêçîrê kuşt.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Fîdda Uzuna ducanî ji bo karên otopsiyê bir morga nexweşxaneya bajêr.

Ahmet Uzun tevî çifteyê li baxçeyê mala xwe hat desteserkirin.

Wê demê Ahmet Uzun di îfadeya xwe de gotibû, “Dema min çifteya xwe paqij dikir gule li hevjîna min ket.”

Li ser gumanên cendirmeyan, îfadeya Ahmet Uzun hat girtin û ew li ser xwe mikur hat.

Ahmet diyar kir, “wî ji ber ku sêhr lê hatiye kirin” hevjîna xwe kuştiye.

“Li malê gelek nivişt û nivîsên bi Erebî hebûn”

Ahmet Uzun di îfadeya xwe de anî ziman ku beriya salekê, ew û hevjîna xwe bi hezkirin zewicîne û got:

“Dema ez û hevjîna xwe derdiketin derve, em gelekî baş bûn. Ti pirsgirêk di navbera me de dernediketin.

Dema em dihatin malê, aramiya me xira dibû. Me tim şer dikir. Di demên dawî de gelek nivişt û nivîsên bi Erebî li malê hebûn. Sêhr li me hatiye kirin.”

Şeva bûyerê, hevjîna min wekî cinawirekê dihat ber çavê min. Bi fikara ku dê min bikuje, min ew kuşt.”

Ji ber pirsgirêkên derûnî tedawî dîtiye

Han zanîn ku Ahmet Uzun beriya niha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên derûnî tedawî dîtiye.

Ahmet Uzun piştî îfadeya bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst