Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, berf bariya.
Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê dadikevin û hewa sar dibe.
Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, şeva borî piştî barana gur berf bariya.
Li Qersê herêmên bilind di bin berfê de man û ji ber sermaya zêde qiravî çêbû (xwêsî ket) û camên otomobîlan qeşa girtin.
Hinek welatiyan bi betaniyeyan otomobîlên xwe ji sermayê parastin.
Li Erdexanê ji doh ve barana gur dibariya û îro serê sibehê li herêmên bilind berfê dest pê kir.
Li Erziromê jî çiya û cihên bilind ên li dewrûberên bajêr di bin berfê de man.
Li Erzirom, Qers û Erdexanê pileya germê bi şevan ji 4 heta bi 6 pileyan dadikeve biniya sifirê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse