Di xwepêşandanên 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 12 kesan canê xwe ji dest dan

17-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di xwepêşandanên 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 12 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî amar û belgeyên ku ketine destê Navenda Mafê Mirovan a Hengawê, di 2 rojên borî de li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê 12 welatî hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, beşek ji wan welatiyên ku hatine kuştin xelkê Kamyaran, Sine û Bokanê bûne û “Ji van 4 kesan gule li serê wan ketiye, 4 kesên din jî ji zikê xwe û sînga xwe gule xwarine û welatiyekî xelkê Bokanê jî bi kêrê canê xwe ji dest daye.”

Di heman demê de bi dehan welatî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.

Li aliyê din 3 endamên hêzên hikûmetê li Bokan û Kamyaranê di alozî û pevçûnên bi xelkê re hatin kuştin.

Di heman demê de, roja Çarşemê 16ê Mijdara 2022an, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku li bajarê Îsfehanê ji aliyê xwepêşanderan ve 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku heta niha jî li Bokan, Pîranşar, Sine, Seqiz, Pawe, Dehgolan, Kamyaran, Serawle û Mihabadê xwepêşandan têne kirin.

Li gorî Hengawê, kesên ku canê xwe ji dest dane ev in:

- Saman Qadirbegî, xelkê Bokanê.

- Fuad Mihemedî, 38, ji Kamyaranê.

- Zanyar Ellahmuradî, 26 salî, ji Sine.

- Îsa Bêglerî, 39 salî, ji Sawlawa.

- Danyal Pabendî, 17 salî, ji Seqizê.

- Bûrhan Keremî, 30, ji Kamyaranê.

- Salar Mucawir, 30 salî, xelkê Bokanê.

- Esed Rehîmî, 30 salî, xelkê Bokanê.

- Mihemed Hesenzade, 28 salî, xelkê Bokanê

- Mîlad Merûfî, xelkê Bokanê

- Aram Hebîbî, ji Bokanê

- Şaho Behmenî, ji Sineyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst