Serokomarê Iraqê: Divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûrê bên çareserkirin

17-11-2022
RÛDAW
Nîşan Ebdulletîf Reşîd Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd di "Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn" de ku li Duhok a Herêma Kurdistanê hat lidarxistin de axivî û got ku divê li gor destûrê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin daku gilî û gazindên ti kesî nemîne.

Sêyemîn Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zankoya Amerîkî-Kurdistan li Duhokê ve tê organîzekirin, di 15ê Mijdarê de dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn de wek axaftvan beşdarî roja sêyemîn û dawî ya forumê bûn.

Serokomarê Iraqê Reşîd di forumê de axivî û got, Iraq ev 3 sal in nikare bûdceyê bi rêk û pêk xerc bike, nikare ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan bavêje.

Reşîd bal kişand li ser wê yekê ku giringiya hikûmeta nû ya Iraqê dabînkirina ewlehî û aramiyê ye û teqez kir ku divê hemû hewlên xwe bidin ji bo vegerandina penaberan bo malên xwe.

Ebdulletîf Reşîd destnîşan kir ku hikûmetên Iraqê demeke dirêj ji projeyên xizmetguzariyê yên di warên aborî, bazirganî, civakî, perwerde, tenduristî, jinûveavakirin, elektrîk, rê û warên din de kar nekirine.

Reşîd bal kişand ser pirsgirêkên ku Iraq ji ber guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê rû bi rû maye û got, “Çavkaniyên sereke yên avê yên Iraqê çemên Dîcle û Firatê ne ku her du jî ji welatên cîran diherikin Iraqê. Lê belê ji ber bendav û polîtîkaya komkirina avê ya ku Îran û Tirkiyê, hinek çavkaniyên avê yên Iraqê zuha bûne. Kêmasiya avê ya ji ber hişkesaliyê û nêzîkbûna welatên cîran bûye pirsgirêk bo tevahiya Iraqê, em hewl didin bi çend gavan vê çareser bikin.”

Ebdulletîf Reşîd anî ziman, “Divê em rêvebirina avê bi rêkûpêk bikin û li Iraqê û Herêma Kurdistanê girîngiyê bidine jîngehparêziyê. Di bikaranîna avê de hin pêşketin hene ku divê em pêk bînin. Divê em hewl bidin ku jîngeha xwe paqij bikin.”

Serokomarê Iraqê Reşîd teqez kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de “divê li gorî destûrê bên çareserkirin, da ku gilî û gazindên ti kesî nemîne.”

Helbûsî: Ne rast e ku em bêjin me teror bi temamî qedandiye

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî di Foruma Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn de axivî û diyar kir ku atmosfera azadiya raderbirînê û daxwaza civakê ya ji bo jiyaneke baştir, rê dide ku xwepêşandan li Iraq û Rojhilata Navîn ji nû ve dest pê bikin.

Helbûsî got, “Divê hikûmet û welat ji bo başkirina debara xelkê tedbîrên çalak bigirin.”

Mihemed Helbûsî hişyarî da û anî ziman, “Tişta ku di hin beşên ramanî, hunerî, çand û ragihandinê de diqewime, li ser hesabê zîrekî, zanîn, hêjayî û pisporiya zanistî paşveçûneke metirsîdar e.”

Helbûsî diyar kir, “Ne rast e ku em bibêjin ku me teror bi temamî qedandiye” û got, “Teror niha ji nû ve xwe birêxistin dike. Dibe ku teror bi cil û bergekî nû û bi rengên cuda vegere, bi rê û mekanîzmayeke ji bendewariyê wêdetir.”

 Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku bi awayekî pir baş lêkolînê li ser vê yekê bikin û pêşniyarên jîr û pratîk pêşkêş bikin.

Di vê forumê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Berpirsê Giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, balyozên Amerîka û Brîtanya li Iraqê, konsul û akademîsyenên Kurdistanê jî beşdar in.

Îro di rûniştina sibê de 2 panel hatin lidarxistin û mêvanê yekem rûniştina taybet a piştî nîvro jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû.

Mêvanên panela yekem Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Siyasetmedar Mele Bextiyar, Serokê Heşda Şeibî Falih Feyyaz hikûmeta nû û pêvajoya niha ya Iraqê nirxandin.

Di panela duyemîn de Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî geşedanên Iraq û Rojhilata Navîn gotûbêjkirin.

Serokê Zankoya Amerîkî-Kurdistanê Dr. Randall Rhodes ji Rûdawê re got, “Îro em ê li ser nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijar û tedbîrên ku ji bo çaksazî û ewlekarî di hemû waran de hatine girtin, bisekinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst