Li Dêrsimê hemû çalakî û meş hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, hemû meş, çalakî û xwepêşandan heta 19ê Mijdara 2022ê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand, li parêzgehê heta 19ê Mijdara 2022ê divê ji bo hemû meş, çalakî û xwepêşandanên bêne kirin ji parêzgariyê destûr bê weergirtin.

Parêzgarî dibêje, armanca qedexeyê parastina aramiya civakî ya li bajêr e.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ji bo hemû daxuyaniyên medyayê, civîn û meşên xwepêşandanê, mîtîng, civînên vekirî, protesto, çalakiyên rûniştinê, vekirina stant, kampanyayên îmzayê, konser û çalakiyên ku tê xwestin heta 19ê Mijdarê demjimêr 23:59 li tevahiya Dêrsîmê bên kirin, divê ji saziyên pêwendîdar destûr bê wergirtin.”

Parêzgariya Dêrsimê herwiha daye xuyakirin, ku rê nayê dayîn ku çalakiyên bêdestûr bên kirin.