Itilaata Nexedê canjidestdana du girtiyên Kurd ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên mafên mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Rêveberiya Itilaata Supaya Pasdaran a Nexedê nûçeya canjidestdana du girtiyên Kurd ji malbatên wan re ragihandiye.

Li gor agahiyên ku rêxistina mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, Itilaata qezaya Nexedê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê kesûkarên Eseed Ramîn û Dawûd Rehîmî ku du zîndaniyên Kurd bûn, bang kirine û wêneyê termên wan girtiyan nîşanî malbatên wan dane û ji wan re gotine, ku ew di jiyanê de nemane.

Berî niha Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ragihandibû, herdû girtiyên Kurd dema hatibûn girtin teqe li wan hatibû kirin û birîndar bûbûn û di bin îşkenceyê de ji aliyê hêzên Itilaata ser bi Supaya Pasdaran a Urmiyê ve canê xwe ji dest dane.

Itilaata Urmiyê termê herdû girtiyan radestî malbatên wan nekiriye û hişyarî daye wan ku nabe merasîm bo şîna wan bên sazkirin.

Rêxistina Hengaw ji zarê çavkaniyekî agahdar ve daye xuyakirin, “malbatên herdu girtiyan daxwaz kirine ku term radestî wan bên kirin, lê di bersiv de ji wan re gotine, ti termek li holê nîne û tenê wê yekê bizanin ku êdî ew di jiyanê de nînin û mafê we jî nîne ku merasîma şînê ji bo wan saz bikin.”

Ew herdu welatiyên Kurd zêdeyî 2 mehan beriya niha û di 1ê Îlona 2021an de li nêzîk gundê Qarnê yê ser bi Nexedê ve piştî ku hêzên emnî yên Îranê ew dabûne ber gulleyan û birîndar kiribûn, bi birîndarî hatibûn desteserkirin.

Eseed Ramîn xelkê gundê Qarnê û Dawûd Rehîmî jî ji gundê Çeqel Mistefa ye, û herdu gund jî ser bi qezaya Nexedê ve ne.