Rewşa koçberên Kurdên Êzidî yên Serê Kaniyê xirab e

17-11-2020
Muhenned Îbrahîm
Koçberên Êzdî giliyan ji kêmbûna alîkariyan dikin
Koçberên Êzdî giliyan ji kêmbûna alîkariyan dikin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Piştî ku bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar yê ser bi Opozisyonê ve, hat dagîrkirin, Kurdên wî bajarî bi Misilman û Êzidiyan ve, piraniya wan derbider bûn.

Kurdên Êzdî koçberî bajarên Amûdê û Heseke û Qamişlo bûn û niha ew di rewşeke xirab de dijîn.  Li gor berpirsên Kurdên Êzidiyan, hejmara wan li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berçav kêm bûye û niha ji sedî 20 ya Êzdiyan mane.

Koçberekî Kurdên Êzidî bi navê Îbrahîm Bişo yê 54 salî dibêje, ev salek û du meh in, tenê carekê alîkarî wergirtine.

Îbrahîm Bişo tevî 4 kesên ji malbata xwe bê kar mene û li gundê Merkebê yê ser bi Amûdê ve di rewşek giran de jiyana xwe derbas dikin û rêxistinên mirovî tenê wek nav û bê sûd dibînin.

Koçber Îbrahîm Bişo got: “Ev sal û 2 mehin tenê carek me alîkarî wergirtiye. Ji mere dibêjin ev alîkarî ne ji bo kesên ketine xaniyan û dibistanan. Me ji wan re got em ji Serê Kaniyê ne, kes nikare berevajoyê vê yekê bêje. Ne sedem e ku yek xaniyê xwe bide me û ew alîkarî li serme qut bikin.”

Mala Êzidiyan li Herêma Cizîrê dibînin ku rêxistinên mirovî ne dilxwaz û herwiha di babeta alîkariya xelkên wan de lawaz in.

Piraniya alîkariyên ku tên dan ji bo van koçberan, ji aliyê Kurdên Êzidî yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ve têne pêşkeşkirin. Meha derbas bûyî 8000 hezar dolar hat şandin ji bo 60 malbatan.

Li gor berpirsên Kurdên Êzidiyan, hejmara wan li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berçav kêm bûye û niha ji sedî 20 ya Êzdiyan mane.

Endamê Mala Êzidyan li Herêma Cizîrê Silêman Hesen jî dibêje: “Em wek Mala Êzidiyan roja ku xelkên me penaber bûn, me malên Êzidiyên li derve ji wan re vekir, me cil û berg dan wan, gelek rêxistinên mirovî ne baş in, tenê beşek ji wan baş in.”

Ji ber kirîza Sûriyê li gorî Mala Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê hebûna Êzidiyan li Rojavayê ji 80 hezaran bo 10 hezaran daket, piraniya wan li Şehbayê ne û 3 hezar jî li Cizîrê ne. Êzidiyên li wê derê bêhêvî mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst