Qasim Erecî: Em hebûna her hêzeke ne Iraqî li Şingalê red dikin

17-11-2020
RÛDAW
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê têkildarî rêkeftina Şingalê li Hewlêrê ye û di civîneke rojnamevanî de ragihand ku “Em hebûna her hêzeke ne Iraqî li Şingalê red dikin û vê yekê tekez dikin.”

Şandeke pilebilind a hikûmeta Iraqê ku  Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimaniya Iraqê, Qasim Erecî serokatiya dike têkildarî gotûbêjkirin û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, îro Sêşemê 17ê Mijdarê serdana Hewlêrê kir û li gel rayedarên Wezareta Navxw ya Herêma Kurdistanê civiya.

Qasim Erecî û Rêber Ehmed piştî diyarkirina rêkar û mekanîzmên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêj kirin, civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî di civînê de herdu aliyan tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir.

Rêber Ehmed da zanîn ku ew li gel Qasim Erecî hemfikir bûn li ser cîbicîkirina xalên rêkeftina Şingalê û got: “Me li ser mekanîzm û nexşerêyeke demkî bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêj kir. Em li ser diyarkirina qaymeqamê Şingalê rêkeftine û em dê di demeke guncaw de ragihînin. Yên ku li derveyî Şingalê hatine, ti cihek bo wan tune ye. Şingal dê radestê xelk û xwediyê wê bê kirin.”

Rêber Ehmed herwiha diyar kir ku Netewên Yekgirtî serpireştiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike.

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê eşkere kir kuKomîteya Bilind îro civiya, li ser qonaxên cuda li ser dosyeya Şingalê wan gavên baş avêtine.

Qasim Erecî got: “Me behsa wê yekê kir ku divê wan kesan hemûyan li Şingalê dûr bixin ku rewşê têk didin û nahêlin Iraqî di xweşî û aramiyê de bijîn.

Erecî li dijî hebûna hêzeke ne Iraqî li Şingalê helwesta xwe nîşan da û got: “Em hebûna her hêzeke ne Iraqî li Şingalê red dikin û vê yekê tekez dikin.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê herwiha amaje bi girîngiya rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Ti pirsgirêkek nîne bê çareser be, madem ku îradeyeke rasteqîn heye.”

Li gor agahiyan, şanda Iraqî û Qasim Erecî roja Pêncşemê 19ê vê mehê (du rojên din) dê serdana bajarê Mûsilê jî bikin.

Sîrwan Rojbeyanî, Cîgirê Parêzgarê Neynewayê derbarê serdana şanda Iraqî de ji Rûdawê re ragihand, di serdana çaverêkirî ya şanda hikûmeta Iraqê de, dê civîneke berfireh bi amadebûna nûnerên hemû netewe, pêkhate û aliyên sînorê parêzgeha Neynewayê bê kirin.

Hewlêr û Bexdayê roja 9ê Cotmeha îsal derbarê rewşa Şingalê de rêkeftinek îmze kirin, lê tevî ku mehek bi ser rêkeftinê re derbas bûye, hêj nehatiye cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst