Dadgeha Amedê take polîsê tometbarê kuştina Kemal Kurkut azad kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê îro derbarê dosyeya kuştina Kemal Kurkut ew ciwanê ku di Newroza 2017ê de bi gulleya polîsên Tirkiyê hate kuştin biryara xwe da û take kesê tometbar jî azad kir.

Kemal Kurkut 23 salî û xwendevanê zanîngehê bû li Meletiyê, roja 21 Adara 2017ê bo beşdarîkirin di şahiya Newrozê de serdana Amedê kiribû. Lê Ii xala pişkinînê ya polîs ku derbasî nav merasîmê dibe, polîsan gulle li wî reşandin û ew kuştin.

Ji aliyê malbata wî ciwanî doz li ser wan kesan hatibû vekirin, ku têkildarî wê doze polîsek hatibû girtin û bi tohmeta kuştina bi enqest daxwaza zindana heta hetayî bo wî polîsî dihate kirin, lê piştre cezayê wî hate kêmkirin, îro jî dadgeha Amedê biryara azadkirina wî polîsî da.

Beriya rûniştina dadgehê, Ercan Kurkut, birayê Kemal Kurkut ji medyayan re ragihandibû, 3 sal û nîv e doza birayê wan berdewam e û heya niha bikerê wê tawanê nehatiye cezakirin û ew çaverê nakin ku îro jî dadgeh biryareke dadmend derbarê dosyeyê de bide.

Biryara berdana wî polîsî rastî nerazîbûnan hat. Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş piştî rûniştina dadgehê konfranseke rojnamevanî encam da û ragihand ku kuştina Kurdan li wî welatî berdewam e, lê bi ti awayî nikarin îspat bikin ku Kurd têne kuştin.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dadgehên Tirkiyê her tim biryaran di berjewendiya wan kesan de didin ku Kurdan dikujin, lewra take kesê ku weke tometbarê kuştina Kemal Korkut hatibû girtin jî hat azadkirin.

Dani Beştaş wiha got: “Ji bo wan tenê meseleyek, tenê biryarek heye. Ew jî parastina wan hêzên ewlekariyê û wan kesan e ku li ser navê dewletê tawanan encam didin. Ji roja yekê ve, em weke HDP, bi hemû rêxistinên xwe ve vê dosyeyê dişopînin. Mixabin ev yekem dosye nîne ku bê ceza tê hiştin. Mixabin yekemîn azadkirina bê ceza nîne. Ji van dadgehan bi berdewamî neheqî derdikeve. Her tim biryara parastina wan kesan didin ku Kurdan dikujin.”

Parlamentera HDPê tekez kir, “ev sed sal e ku Kurd hewl didin îspat bikin ku li vî welatî têne kuştin. Ew jî kuştina bi awayekî neheq û neyasayî. Lê dîsa jî nikarin îspat bikin ku têne kuştin. Tevî ku li pêşiya çavê kamerayan û bi şahidiya her kesekê, Kemal Korkut nekarî îspat bike ku hatiye kuştin. Belê! Take kesê ku weke tometbar hatibû girtin, ew jî hat azadkirin.”